Ji ber tecrîdê hevdîtin bi Komeleya Mafên Girtiyan a Îtalya hate kirin

Derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komeleya Assocîazîone Antîgone re ya ku li Îtalyayê mafê girtiyan diparêze, hevdîtinek hate kirin.

Endamên Komîteya Kurdan ên li bajarê Mîlanoyê çûn komeleya Assocîazîone Antîgone û derbarê tecrîda li ser Ocalan, rewşa giştî ya li girtîgehan, zextên li ser mafên mirovan û çalakiyên greva birçîbûnê agahî dan.

Nûnera saziya Komeleya Mafên Girtiyan a Lombarîayê Valerîa Verdolînî got ku “Min li endamên Komîteya Kurdan guhdarî kir û me qala dijwariya jiyana li Tirkiyeyê kir.”

Verdolînî diyar kir ku ew li hemberî şertên girtîgehan bihistyar in û got ku “Komeleya me maf û azadiya gelan diparêze. Ji ber vê jî wê gelekî girîng be ku çavdêriya şertên li girtîgehan were kirin.”

Verdolînî diyar kir ku ew ê bi kêşeyên li girtîgehên Tirkiyeyê re eleqedar bibin û heta ku ji destê wan were wê vê meseleyê bişopînin.