Li Sdyneyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî
Ji bo daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney a Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney a Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi banga Meclisa Gel a Sydneyê li Meydana Town Hallê hate lidarxistin.
Di çalakiya ku Kurdistanî û Avûstralyayî tevlî bûyîn de, flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Di axaftina li ser navê komîteya amadekar hatî kirin de, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e û heta azadiya wî ewê li qadan bin.
Çalakgeran anîn ziman ku Ocalan rêberê hemû hemû gelên bin dest e.
Di çalakiyê de nivîskara Avûstralyayî Coral Wynter axivî û diyar kir ku ew ji ber daxuyaniyên li ser tevnên sanal hatîn parvekirin bi fikarin. Wynter got, “Divê tavilê malbat û parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê encama vê hevdîtinê jî bi raya giştî ya navneteweyî re bê parvekirin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Freedom for Ocalan”, “Ocalan xeta me ya sor e” bi dawî bû.