Li Salzgîtter, Kasel, Marsîlya û Bordeaûxê çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo piştgirîdayîn û balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê daketin qadan û çalakî lidarxistin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo piştgirîdayîn û balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê daketin qadan û çalakî lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Salzgîtterê ji bo şaredarî û rojnameyên xwecihî dosya hate dayîn, li Marîngan a Marsîlyayê jî ciwanan meşiyan. Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kasselê jî didome.
SALZGÎTTER
Li bajarê Elmanya Salzgîtterê komeke jin ên endamê Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo dosyayek dan şaredarî û çapemeniya xwecihî.
Di civîna bi rayedarên şaredariyê de hate gotin ku wê ji nêz ve çalakiyên greva biçrîbûnê bişopînin û naveroka dosyeyê bikin rojev.
Piştre jinan serdana rojnameyên xwecihî kirin.
KASSEL
Greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a li bajarê Elmanya Kasselê ya Kurdistaniyan di roja 4’an de ye. Endamên sazî û desteyên cûda serdana çalakgerên grevê dikin. Parlamenterê Koa Çepgir a Parlamentoya Eyaleta Hessen a Elmanyayê Throsten Felstehaûsen serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir û piştgirî da çalakiyê.
Felstehaûsen got; “Çalakiya we pîroz e, hûn ê bi berxwedanê serbikevin.”
MARSILYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikêşin li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê çalakî kirin.
Di çalakiyê de bêdengiya li dijî berxwedêrên greva birçîbûnê hate protesto kirin û ciwanan wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berz kirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi çalakiya bêîteatiya sivîl balkişand li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê.
Çalakî li Cadeya Saînte_Catherîne hate kirin û belavok hatin belav kirin.
Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Kujer Erdgoan, hevkar CPT” hate berz kirin.