Li Saksonya Jêr meşa dirêj destpê kir

Ji bo azadiya Ocalan ji Saksonya Jêr meşa dirêj destpê kir.

Li Elyaleta Nîedersachsen (Saksonya Jêr) a Elmanyayê bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisanê re statû’ meşa dirêj a 3 rojan destpê kir.

Roja yekem a meşê wê ji Hîldesheîm heta Sarstedtê 16 kêlometreyan bidome.

Kurdistanî û dostên wan ên ji pêşiya gara trenê ya Hîldesheîmê destpêkir, destpêkê bi gerandina govend û pştre ji bo şehîdên tevgera azadî û şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa Elmanî ya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ hate vekirin û posterên Ocalan û Leyla Guven hatin hildan û li ber muzîkan meş destpê kir.

Meş li nava bajar rastî eleqeyek mezin hat. Beşa yekem a meşê wê li bajarokê Sarstedtê bidawî bibe. Di meşê de komên Tirk ên biçûk hewldana provakatîf kirin.

MEŞ SIBE BER BI HANNOVERÊ VE DESTPÊ BIKE

Meş sibe saet 11:00’an ji pêşiya stasyona Ramba ya Sarstadtê destpê bike. Meşvan sibe wê xwe bigihîne Hannover/Laatzenê.

Li bendê ye ku mîtîngek li pêşiya Parlmentoya Eyaleta Saksonya Jêr a li Hanoverê bê kirin û dosyaya ku amadekirî pêşkêşî parlementoyê bike