BI DÎMEN

Li Saarbruckenê qirkirin û hevkariya PDK’ê hat protestokirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê qirkirina DAÎŞ’ê ya li dijî Êzidiyan û hevkariya PDK’ê hat protestokirin.

PROTESTOYA QIRKIRINÊ

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jinên Êzidî ya Saarbrucken ve li pêşiya Europa-Galerie mitîng hat lidaristin. Di mitîngê de êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û xiyaneta PDK’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ku dest danî ser çekên xelkê Şengalê û bêyî parastin hişt, hat protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê KOMAW, Meclîsa Jinên Êzidî û Meclîsa Herêmê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin: “Zêdeyî 400 hezar kes ji cih û warê xwe bûn. Nêzî 10 hezar kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û zêdeyî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û kolekirin. Jin li bazarên kole hatin firotin. Heta niha çarenûsa zêdeyî 2 hezar û 700 jin û zarokan ne diyar e.”

Di axaftinan de bal kişandin ser xweparastina Şengalê û ev peyam hat dayîn: “Yekîneyên xweparastinê YBŞ û YJŞ’ê, di salên dawî de bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ’ê bi awayekî domdar jin û zarokên di destê DAÎŞ’ê de rizgar kirin.”