Li Saarbruckenê li dijî êrîşên faşîzan çalakî hate kirin

Li bajarê Saarbrûcken a Elmanyayê êrîşên faşîzan hate protestokirin.

Bi pêşengtiya NCKD êrîşên faşîzan bi mîtînga ku li pêşiya Eûropagalerî hate lidarxistin, hate protestokirin. Di mîtîngê de qetlîamên DAÎŞ’ê yên li Avûstûrya û Fransayê haitbûn kirin jî hate şermezarkirin, hate gotin ku Erdogan tetîkkêşê vê êrîşan e.

Di axaftinan de hate gotin ku herî zêde têkoşîna serketî û bibandor a li dijî DAÎŞ’ê YPG/YPJ’ê kiriye. Bang li gel hate kirin ku li dijî vê hişmendiyê têkoşîna demokrasiyê xurt bikin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.