Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Saarbruckenê bîranîn: Meşaleya azadiyê ya Bêrîtan qet nevemirî

Şêhîdên Meha Cotmehê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn. Di bîranînê de gotin, “Meşaleya azadiyê ya Bêrîtan qet nevemirî, di cih û demê cuda de jiyanî bû.”

Şêhîdên Meha Cotmehê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şirîn Elemhulî li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Li ser navê Malbatên Şehîdan Dayika Zero û Bavê Zerdeşt mafê axaftinê girtin. Malbatên Şehîdan diyar kirin ku ew ê di her şert û mercê de girêdayî bîranîna şehîdan bin. Her wiha destnîşan kirin ku têkbirina pergala tecrîdê Îmraliyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi rêxistinbûn û mezinkirina têkoşînê pêkan e.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Dilpak Doga mafê axaftinê girt. Doga got: “Meha Cotmehê meha xemgîniyê ye. Di meha Cotmehêde di serî de Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) gelek fermandar û hevreyên me yên jin şehîd bûn. Hevala Bêrîtan di 25’ê Cotmeha 1992’an de bersiva herî watedar da dagirkerî û paşverûtiyê û nîşa me da ku divê em li hemberî xiyaneyê xwedî helwest û têkoşîneke çawa bin. Meşaleya azadiyê ku şehîd Bêrîtan pêxist, di dîroka meya têkoşînê de ti carî nevemirî ye. Di dem û cihên cuda de jiyanî bû û hin jî didome. Meşale her ku çû mezin bû û li her derê navek li xwe kir; bû Gurbetellî Ersoz, Hêlîn Çerkes, Meryem Hazaar, Gulnaz Ege, Berçem Cilo, Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar û bû Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku li Enqereyê bûn nûnerê ruhê fedaî ya demê. Bi vê wesîleyê em careke din di şexsê Bêrîtan de hemû Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr tînin û soz didin ku em ê xeyalên wan ên nîvço mayî temam bikin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.