Li Saarbrucken û Den Haagê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarên Saarbrucken a Elmanya û Den Haaga Hollandayê bi çalakiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirin.

Di çalakiya bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê hatî destpêkirin de, anîn ziman ku dewleta Tirk li her deverê li ber çavan bombebaran dike û dan diyarkirin li her devera cîhanê pêwîst e Kurd û dostên wan li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin.

DEN HAAG

Kurdistaniyan li bajarê Den Haaga Holandayê li ber Parlamentoyê çalakî li dar xistin.

Çalakiya bi banga NCDK’ê hatî lidarxistin, Kurdistaniyan çalakî bi bêdengî pêkanîn.

Çalakiya ku êrîşên dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin, bi xwendina belavokan bi dawî bû.