Li Rûsyayê welatparêz Kyaramovîç rehmet kir

Welatparêzê Kurd Fatoyan Norîk Kyaramoviç, li Rûsyayê rehmet kir.

Welatparêzê Kurd Fatoyan Norîk Kyaramoviç ê li herêma Saratov a Rûsyayê dijî, rehmet kir.

Yekîtiya Saziyên Kurd a Navneteweyî derbarê wefata Kyaramovîç peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Norîk Fatoyan ê ku endamekî fedakar ê civaka Êzidî bû, bi awayekî çalak di nav têkoşîna rizgariyê ya neteweyî ya Kurdan de cih digirt û ji serê salên 1990’î û vir ve ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan xebitî. Di sala 1994’an de bû yek ji damezirînerê komeleya Kurdan a li herêma Saratovê.

Li ser navê sazî û gelê Kurd ê li Rûsyayê em sersaxiyê li malbata heval Norîk re dixwazin.”