Li Rûsyayê qurbaniyên fermana Şengalê hatin bîranîn
Li herêmên Adîgey, Krasnodar, Çêliyabînsk û Bêlorêçînska yên Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ên li Şengalê hatin bîranîn.
Li herêmên Adîgey, Krasnodar, Çêliyabînsk û Bêlorêçînska yên Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ên li Şengalê hatin bîranîn.
Li Mala Kurdan a Komara Adîgeyê bi boneya salvegera Komkijiya Şengalê civîne hate lidarxistin. Civîn ji bo bibîranîna şehîdên Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di cîvîna li Adîgeyê de Avreman Rêzan li ser dîroka trajêdiya Şengalê axivî û ev yek anîn ziman: "Dijminên gelê Kurd li ser gelên me yên Êzidî, Elewî, Feylî, Kakayî, Mesîhî pir ferman pêk anîne. Di vê sedsalê de li ser birîna 73 fermanan, fermanên nû hatine pêşxistin. Qurbaniyên fermana 74’emîn wê tim bi rêzdarî werin bibîranin. Ji bo ku pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û çandî weri çareserkirin, tekane rêya çareseriyê pergala neteweya demokratîk e. Ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk, divê em hemû pirsgirêk û nakokiyan deynin aliyekî û ji bo azadî û mafên xwe di bin sîwana têkoşîna azadiyê de bibin yek. Mirov li ser warê xwe dikare parastina ax, çand, bawerî û hebûna xwe bike.
Avreman Rêzan di dawiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî şermezar kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em ji vir bang li hemû alîgirên demokrasî û saziyên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û li gorî destûra Îraqê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi fermî bê naskirin. Her wiha em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya cîhanê jî bi tundî şermezar dikin.
Li Mala Ansamblêya ya Krasnodarê kêmneteweyan bi boneya salvegera 3’yê Tebaxê civînek li dar xistin. Civîn ji bo bibîranîna şehîdên û qurbaniyên Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Arif Ezmanî têkildarî dîroka trajedî û rewşa Şengalê axaftinek kir û got: ‘’Di vê sedsalê de li ber çavên cîhanê li dijî gelê Êzîdî hovîtiya herî mezin hatiye pêşxistin. Ji bo tolhilanîna qurbaniyên Komkujiya Şengalê çi dikeve ser milên me, divê em bi hev re bikin û ji bo çareseriyan divê em di bin sîwana têkoşîna azadiyê de ku tim xwedî li gelê Êzîdiya derketiye, kom bibin. Divê gelê Şengalê vegerin warên xwe.’’
Her wiha di civîna li Krasnodarê de Hevseroka Otonomiya Kurdên Krasnodarê ya berê Îşxanê Anqosî û nûnerê ruhanî Şêx Qadirê Reşîd jî axivîn û komkujî şermezar kirin. Di civînê de axaftvanan têkildarî rê û rêbazên çareseriyê jî axivîn û bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku bêyî cudatiya ol û baweriyan yekîtiya xwe ava bikin.
Her wiha di navbera axaftinan de têkildarî Komkujiya Şengalê sînevîzyonek hate jî nîşandan.
Li bajarê Çêliyabînskê jî cîvînek hate lidarxistin. Civîn ji bo bibîranîna şehîdên Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de berpirsiyarê Yekîtiya Kurdên Êzîdî Sêvdîn Davoyî axivî û di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gelê Şengalê vegerin warên xwe. Piştre nunerê ruhanî Şêx Tîtalê Hêranîk jî axivî û di axaftina xwe de êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê şermezar kir. Axaftvanan li ser navê Êzîdiyên li herêma Çêliyabînskê bang li hemû hêzên demokrasîxwaz û saziyên mafê mirovan kirin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê. Civîn bi diruşmeya; ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
Li Navenda Çandê ya gundê Vêlîkovêçnoya yê navçeya Bêlorêçînska ya herêma Krasnodarê jî civînek hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di cîvînê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê û bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan hatin şermezarkirin.
Li paytexta Rûsya Moskovayê jî salvegera 10’an a Komkujiya Şengalê li Mala Gel hate bibîranîn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser dîroka komkujiyê hate pêşLiandan. Nûnerên herêmî li ser mijara rojê axivîn. Her wiha nûnerên gelên Rûs, Ermenî, Yewnan, Taliş, Moldovan, Gurc jî tevlî bûn û nêrînên xwe anîn ziman.