Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin

Kurdên li navendên cihê yên Rûsyayê dijîn Komploya 15’ê Sibatê protesto kirin.

Kurdên li Rûsyayê dijîn komploya navneteweyîya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

SARATOV

Li navçeya Yerşovê ya Saratova Rûsyayê Kurdan komplo protesto kirin. Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Yerşovê Mîrzalî Yûsûbov û hunermend Bakî Ahmedov di çalakiyê de axivîn . Axaftvanan diyar kir ku azadiya Ocalan wê bi kêrî gelê Kurd û Tirk were.

YEKATERÎNBÛRG

Kurdên li bajarê Yekaterîngbûrgê dijîn jî li Mala Hunerê komplo protesto kirin. Berpirsê Yekîtiya Êzidiyan Xidirê Gogê û li ser navê ciwanan Rustemê Şahîsmaîlê Temoyî axivîn û diyar kirin ku wê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.

STAVRAPOL

Zarokên Kurdên li navçeya Novoaleksandrovsk a herêma Stravrapolê jî ji bo Ocalan çalakiyek li dar xistin. Zarokan diyar kirin ku ew ji Ocalan hez dikin û ew ê li ser şopa wî bimeşin.