Li Rûsyayê êrîşa li ser Garê hate şermezarkirin
Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Kurdên li navçeya Krasnokûtskî ya Saratova Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Serokê Otonomiya Kurdan a Krasnokûtskiyê Ramazan Bûdakov diyar kir roja ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan dest pê kiriye û heta niha bênavber êrîşên artêşa Tirk jî didome.
Bûdakov got ku, “Ev êrîşên li dijî qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê parçeyekî plana dagirkeriya Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd êrîşan dike. Hêzên HPG’ê çawa li Heftanînê derbên giran li artêşa Tirk xist, em dizanin wê li vir jî derbeke giran li artêşa Tirk bixe.”
Endama Organînasyona Jinên Kurd a Rûsyayê Fatma Kadirova jî diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst tu carî nebûye dostê gelê Kurd û wê têkoşîna gelê Kurd jî bidome.