Li Rûsyayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rûsya hate protestokirin.

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ya li Rûsyayê xebatan dike, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protestokirin. Çalakî li pêşiya Navenda Çanada Kurd a Moskova pêk hat û Kongreya Kurdên Êzidî û aktivîstên Rûsyay jî piştevanî kir. Alîkara Seroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Eka Pîrozî axivî û diyar kir ku ji bo dewleta Tirk herêmê vala bike bi zanabûn sivîlan dike hedef û got: “Dewleta Tirk ji bo cih ji komên terorîst re  veke êrîşî deverên Kurdan dike. Arman cli vir Kurdan ji vir derbixin û komên terorîst û malbatên wan bi cih bikin. Divê di serî de Rûsya û hemû hêzên navneteweyî rê nedin ku terorîst li van herêman bi cih bibin.

Hevseroka Kongreya Kurdên Êzidî yên Rûsya Pîr Mananan jî axivî û got: “Li ber çavê dinê hemû dewleta Tirk sûcên şer dike. Tevî ku ewqas belge hene ku dewleta Tirk bê dadgehkirin hêzên navneteweyî hê jî nakevin tevgerê, ev jî tê wateya rewakirina qirkirina Kurdan.”

Piştî axaftinan û şûnde wêneyên Serokkomarê Tirk Erdogan hate şewitandin.