Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Romayê Kurd û Îtalî ji bo Ocalan li qadan bûn

Li Romaya paytexta Îtalyayê, Kurdistanî û Îtaliyan bi çalakiyek hevpar tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û xwestin ku tavilê malbat û parêzer li gel hevdîtinê pêk bîne.

Çalakiya li Romayê li Pîazza di Montecîtorîo ya li pêşberî Parlementoyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Konfederasyona Karkeran a COBAS Vîncenzo Mîlûccî, li ser navê Rete Kurdistan Osvaldo Gîûîano û ji Baroya Informasyon Kurdistan Yilmaz Orkan axivîn.

Axaftvanan fikarên xwe yên derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de anîn ziman û diyar kirin ku divê tavilê malbat û parêzer hevdîtinê pêk bîne.

Xwestin ku Neteweyên Yekbûyî, Yektiya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa û CPT erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Di çalakiya ku al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatîn vekirin de, Kurdistaniyan got; “Rêber Apo xeta sor a gelê Kurd e.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

MACARETTA

Li bajarê Macaretta ya Îtalyayê jî Îtaliyan li pêşberî dadgehê pankartek bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin.