Li Romayê komplo hate protestokirin: Divê Rêber Apo azad bibe
Li Romayê di çalakiyê de komploya navneteweyî hate protestokirin, ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li raya giştî ya navnetewî hate kirin.
Li Romayê di çalakiyê de komploya navneteweyî hate protestokirin, ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li raya giştî ya navnetewî hate kirin.
Li Romaya ku paytexta Îtalyayê ye, komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li ber televîzyona Rîa mitîngek lidar xistin. Bi sedan kes tevlî mitînga bi pêşengtiya Komîteya Rêbertî hatî lidarxistin bûn.
Di mitîngê de nûnerên Sendîkaya Gel a Îtalyayê COBAD û CUB, nûnerên Partiya Komînîst a Ji Nûve Avaker, berdevkê Komîteya Rêbertî, nûnerê Baroya Enformasyon a Kurdistan, nûnera tevgera jinan a No ûna di meno û xwendekarên zanîngehê yên li Romayê di mitîngê de axivîn.
‘DIVÊ ERDOGAN BÊ RAWESTANDIN’
Di axaftinan de bang li hikumeta Îtalya, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate kirin û gotin; “Divê tavilê dîktator Erdogan bê rawestandin. Divê NY ji bo azadiya Rêber Apo xebatan bike.”
Di mitîngê de bang hate kirin ku çapemeniya Îtalyayê ji bo doza Kurdan bi hestiyar be.