Li Romayê êrîşa nîjadperest a li Hanaûyê hate protestokirin

Êrîşa nîjadperestî ya li bajarê Hanaû ya Elmanyayê li paytexta Îtalya Romayê hate protestokirin.

Roja 19’ê Sibatê li Hanaûyê di êrîşa nîjadperestî ya li dijî du kafeyan 5 Kurd jî nav de 9 kes hatibûn kuştin.

Li gelek bajarên Ewropa êrîş hate protestokirin, li bajarê Roma jî Kurdistanî û çepgir li diJî faşîzm û nîjadperestiyê daketin kolanan.

Meşa îro ku saet 16:00’an destpê kir bi sedan kes beşdar bûn. Di meşê de li dijî faşîzm û nîjadperestiyê dirûşme hatn berzkirin û bal hate kişandin li ser biratia gelan. Meş saetê dom kir.