Li Rennesê pîrozbahiya 8’ê Adarê bi pêşengeha Dogan destpê kir
Şaredariya bajarê Rennes a Fransayê pîrozbahiya 8’ê Adarê bi vekirina pêşangeha rojnamevan-wênesaz Zehra Dogan a rojên derbasbûyî hate berdan ve destpê kir.

Pîrozbahiya 8’ê Adarê li bajarê Rennes ê Frnasayê bi vekirina pêşangeha Zehra Dogan re destpê kir.
Pêşangeha li L’Opera Rennesê hate vekirin, Fransî û Kurdan eleqeyek zêde nîşan dan.
Endamên Komeleya Dostên Brotonya yên Kurd, Seroka Şaredariya Rennes, jinên endamên Komeleya Jin a Zîn û Kurdistanî li pêşangehê amade bûn.
Pêşangeh wê mehekê vekirî be.