BI DÎMEN

Li Reîmsê civîna gel: Dem hatiye ku em dîroka xwe ya azadiyê binivîsînin

Li Reîmsê piştî Meşa Dirêj gel hat cem hev. Feysal Sariyildiz got, “Êdî dem hatiye ku em dîroka xwe yê azadiyê binivîsînin. Gelê Kurd destek dide îradeya ku Rêber Apo dane holê. Ji bo Strasboûrgê em li benda we hemûyan in.”

Çalakgerên Meşa Dirêj di roja 20'an a çalakiyên xwe de li bajarê Reîms ê Fransayê meşa xwe domandin û danê êvarê civîneke gel lidarxistin.

Di civînê de li ser armanca çalakiya Meşa Dirêj a 26 roj in li Lorîentê destpê kiriye û tê plankirin xwe bigihîne Strasboûrgê û bi kombûna dîrokî ya li vir were lidarxistin re, qonaxa tevgera "Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û pêvajoya dawî de agahî hat dayîn.

SANIYE TÛNÇ: EM LI STRASBOÛRGÊ LI BENDA WE NE

Di civîna gel de yek ji çalakgeran Saniye Tûnç axivî û diyar kir ku meşa wan bi coşek mezin dewam dike. Saniye Tûnç, anî ziman ku ji bo ser xistina armancên pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ew çalakiyên xwe didomînin û got, “Armanca Meşa me ya Dirêj a 26 rojan, misogerkirina şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê haya me ji berpirsyariya me heye. Em bi vê hişmendiyê tevdigerin û em ê vê bidomînin. Em ê 15'ê Sibatê li Strasboûrgê bin. Çalakiya me wê li wir biqede. Em li wir dê benda we hemûyan bin.”

SARIYILDIZ: GELÊ KURD LI PIŞT ÎRADEYA RÊBER APO YE

Sariyildiz, destnîşan kir ku ew di rojên dîrokî de derbas dibin û got, “Tevî lîstik, êrîş, parçekirin û qirkirinê gelê Kurd hebûna xwe dewam kir. Serî ti carî netewand. Rêber Apo li ber xwe da, Tevgera Azadiyê li ber xwe da, gelê Kurd li ber xwe da. Di vê pêvajoya dîrokî de wê bangeke dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve bê kirin. Kurd wê xwedî gotin bin. Azadiya me nêz e. 15'ê Sibatê wê bibe destpêka dîroka azadiyê ya Kurdan. Kurdan di nava 50 salan de dîrokeke destane ya berxwedanê nivîsandin. Dem dema nivîsandina dîroka me ya azadiyê ye. Di 15'ê Sibatê de em li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û azadiya gelê xwe bi hev re biqîrin."

Çalakiya Meşa Dirêj wê di roja xwe ya 21'an de li bajarê Nancy ê Fransayê bidome.