Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Qibrisê çalakiya ‘Tendirustiya te tendirustiya me ye’ hate pêkanîn

Li bajarê Lîmassol a Qibrisê çalakiyek bi dirûşmeya ‘Tendirustiya te tendirustiya me, jiyana te jiyana me ye Rêber Apo’ hate pêkanîn.

Çalakiyên ji bo tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were zanîn banga di demek nêz de hevdîtin were kirin hîna didome.

Li bajarê Lîmassol a Qibrisê Kurdan bi çalakiyekê bal kişandin li ser pêwîstiya hevdîtinek lezgîn û agahiya di derbarê tendirustiya Ocalan de.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat da diyarkirin ku piştî nûçeyên di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de derketîn xeteriyek cidî heye. Di heman demê de Serhat da zanîn ku pêwîste her kes bizane ku bê Ocalan ew ê cîhanê di serê wan de hilweşîne.

Di çalakiyê de hate diyarkirin heta ku ji Abdulah Ocalan agahî neyê girtin wê li qadan çalakî were pêk anîn.