Li Portekizê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Lizbonê Portekizê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Lizbonê Portekizê hatin protestokirin.
Li bajarê Lizbon ê Portekizê bi pêşengiya Platforma Piştevaniyê bi Kurdistanê re ya Portekizê Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Di çalakiyê de derbarê êrîşan de agahî hatin dayîn û komkujiyên komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê ve hatin şermezar kirin. Di çalakiyê de banga rawestanina paqijiya qewmî û komkujiyan hate kirin.
‘XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVE’
Di çalakiyê de îşaret bi êrîşên li dijî taxên Kurdan hate kirin û hate destnîşankirin ku pêwîstiyên bingehîn ên mirovan jî nayên pêşwazîkirin. Her wiha peyamên piştevaniyê ji bo Sûriye û Kurdistanê hatin şandin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal!”, "Jin, jiyan, azadî!" û “Xwedî li Şoreşa Rojava derkeve” bi dawî bû.