Li pişt skandala selexaneyê 'çaygerê Erdogan' heye

Skandala li Tonnîes Holdîngê bû sedem ku hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê li Elmanyayê ji nû ve zêde bibe. Eşkere bû ku li pişt vê skandalê Sîgmar Gabrîel heye ku weke 'çaygerê Erdogan' tê naskirin.

Li Elmanyayê vîrûsa koronayê hatibû kontrolkirin, heta ku li selexaneyeke Tonnîes Holdîngê ya li bajarê Rheda-Wîedenbruckê ji nû ve Covîd-19 hate tespîtkirin. Di demeke kurt de vîrûs li nava xebatkarên selexaneyê belav bû û febrîqeya goş a mezin ku nêzî 7 hezar xebatkarên xwe hene xistin karantînayê.

Li selexaneyê herî kêm 1550 kes bi vîrûsê ketin. Sedema belavbûna ewçend bi lez a vîrûsê li medya û nava raya giştî ya Elmanyayê bû mijara nîqaşê. Mûxalefetê û pisporan diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên kar ên li selexaneyê vîrûs di demeke kurt de belav bûye.

Her wiha karkerên Romen û Bûlgar bi rêya şîrketên navbeynkar tînin Elmanyayê û bi erzanî li Tonnîes Holdîng û febrîqeyên din ên goşt tên xebitandin. Wezîra Çandinî û Xurekê Jûlîa Klockner diyar kir ku ji ber buhayê goşt kêm e, karker jî mûçeyekî kêm werdigirin û xwedî li Tonnîes Holdîngê derketibû.

JI BO GABRÎEL MEHANE 10 HEZAR EURO

Ji ber dostaniya xurt a xwediyê holdîngê Clemens Tonnîes bi siyasetmedaran re, heta niha şîrketa wî neketiye ber lêpirsînê. Yek ji van siyasetmedaran jî Sîgmar Gabrîel e. Sîgmar Gabrîel di navbera salên 2017 û 2018'an de Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê bû û heta jê dihat rejîma Erdogan diparast.

Di bernameya "Panorama" ya qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê de hate ragihandin ku Gabrîel ê sosyal demokrat, di berdêla şêwirmendiyê de ji Tonnîes Holdîngê mehane 10 hezar Euro mûçe werdigire. Balkêş e ku dema şewba vîrûsa koronayê meha Adarê li cîhanê belav bû, wê demê holdîngê Gabrîel tevlî kar kir.

Gabrîel tevlî bernameyê bû û li xwe mikur hat ku heta dawiya meha Gulanê ji holdîngê re xebitiye. Gabrîel diyar kir ku ji bo holdîng têkiliyeke baş bi Wezareta Aboriyê re deyne û bi Çînê re peymanên bazirganiyê bike wî şêwirmendî jê re kiriye. Rayedarên Tonnîes Holdîngê têkildarî mijarê daxuyanî nedan.

Heman Gabrîel sala 2015'an dema ku Wezîrê Aboriyê bû sektora hilberîna goşt bi tundî rexne dikir û digot, "Sîstema kedxwariyê ya li selexaneyan ji bo Elmanyayê cihê şermê ye." Skandal û têkiliyên gemarî yên kariyera Gabrîel ne tenê bi dostaniya xwe ya febrîqeya herî mezin a goşt a Elmanyayê re ye. Salên derbasbûyî eşkere bûbû ku Gabrîel endamekî lobiyên çekan e.

GABRÎEL HERÎ ZÊDE BI ERDOGAN VE GIRÊDAYÎ YE

Gabrîel ku dema wezîrê aboriyê û karên derve bû îmzeya xwe diavêt binê her peymana çekan û bi vî rengî kete dîroka siyaseta Elman, di bazariya qirêj a bi Enqereyê re jî timî di rojevê de bû. Gabrîel her wiha di dema krîz û aloziya bi desthilatdariya Erdogan re weke kesê herî zêde nehevgirtî hate dîtin. Gotineke wî li gotineke din nedihat. Wezîrê Karên Derve Gabrîel dema li Berlînê bû gotinên tund li dijî rejîma Erdogan di kar dianî, lê dema diçû Enqereyê serê xwe li ber dewleta Tirk 'xwar' dikir.

Gabrîel ku têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê gotinek jî negot, bû kesekî welê ku bi dijminatiya li têkoşîna azadiyê ya Kurd re xwe li ber dilê Enqereyê xweş bike. Di Tîrmeha 2017'an de ragihand ku siyaseta Berlînê ya têkildarî Enqereyê guheriye û pêkanînên li dijî Enqereyê eşkere kir. Lê belê ev pêkanînên ku Gabrîel bilêv kir tenê di gotinê de man, li pişt perdeyê têkiliyên navbera herdu welatan mîna xwe dewam kir.

Ji ber siyaseta dîlgirtinê ya ku rejîma Enqereyê li dijî Elmanyayê bi kar anî, dema ku aloziya navbera Berlîn û Enqereyê di asta herî bilind de bû, Gabrîel yekser çû Antalyayê, li pişt deriyên girtî pêşengî ji bazariyên qirêj re kir. Di hefteya destpêkê ya meha Çileyê de jî Gabrîel Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû vexwend bajarê xwe Goslarê. Gabrîel wezîrê AKP'î li mala xwe hewand û jê re çay xistê. Ji wê rojê ve ji aliyê mûxalefetê ve weke 'çaygerê Erdogan' tê naskirin.