Çalakî saet 14:30’an li Stockholmê pêk hat a ku paytexta Swêdê ye. Komeke Kurdistanî wêneyên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve danîn. Li aliyê din çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hildan.
Çalakgeran têkildarî çalakiyê belavokên agahdarkirinê belav kirin û daxwaza hevdîtinê bi rayedarên wezareta karê derve re kirin.
Şefê Çapemeniyê yê Wezîrê Karê Derve Margot Wallstrom, Patrîc Nîlsson çalakger pêşwazî kir û bi çalakgeran re civiya.
Çalakgeran têkildarî tecrîda giran a dewleta Tirk a li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê agahî da û daxwaz ji hikûmeta Swêdê kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin nava hewldanan. Çalakgeran dosyaya ku têkildarî tecrîdê jî radestî Nîlsson kir.
Nîlsson jî got ew ê mijarê bişopînin û dosyayê bigihîne yekîneyên Têkiliyên Navnetewî û Mafê Mirovan a Wezareta Karê Derve.