Li pêşiya PE'yê çalakî: Em ê bi ser bikevin

Li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li Brûkselê di çalakiya Çarşemê ya cara 4’ê ye tê kirin de, bêdengiya saziyên Ewropî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê hate protestokirin.

Bi dehan kes li paytexta Belçîka Brûkselê di destê wan de wêneyên Ocalan û flamayên renga reng hatin ba hev. Di çalakiya ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûn bi taybet nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropa (YE), Konseya Ewropa (KE), Parlementoya Ewropa (PE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hate dayîn. Çar heftene her roja Çarşemê li pêşiya KE’yê çalakiya tê kirin îro jî dom kir.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bêdengî sûc e, nebin hevkarên sûc’ hatin qîrkirin. Her wiha pankartên têkildarî tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê hatin vekirin.

AYDAR: EM Ê BI SER BIKEVIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ê tevlî çalakiyê bû û axivî, banga xurtkirina têkoşînê kir. Aydar berxwedana taybet a dayikan bi rûmet pênase kir û got: “Em her Çarşem dengê xwe bilind dikin, divê em hê zêdetir dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin.”

Aydar bal kişand ser têkoşîn û projeyên çareseriya ya Kurdan ku pêşengtiyê ji Rojhilata Navîn re dike, hêviya gihiştina serketinê ya berxwedana girevên birçîbûnê anî ziman.

 Aydar domdarî got: “Em bê hêvîne ku wê ev berxwedan bigihêje serketinê û deriyên Îmraliyê bişkînin. Ev jî wê bi berxwedana gel mimkûn be. Em îro ji duh hê zêdetir bi hêztirin. Hem li hundir û hem jî li derve em derfetên me hê zêdetirin. Em ê bi berxwedaneke hê xurtir bi ser bikevin.”

DAXWAZ

Di belavoka ji aliyê Platfora ‘Bihêlin Leyla Bijî’ ve hate xwendin de, li ser grevên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de hatî destpêkirin agahî parvekirin. Platformê daxwaz kir ku tecrîda li ser girtiyan, êşkence û binpêkirinên mafan bi dawî bibin, Tirkiye hiqûqa xwe bicih bîne. Divê YE, KE û hikûmetên Ewropayê zextê li rejîma Erdogan bikin, heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçin girtîgehên Tirkiyeyê û rewşê li cihê wê lêkolîn bikin, dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin, mafê axaftin, hevdîtina bi parêzer û malbatan re bixe nava ewlekariyê.