Li pêşiya Parlementoya Swêdê ji bo Ocalan çalakî hate kirin

Kurdistaniyên li Stockholmê li pêşiya Parlementoya Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Yekîtiya Jinê ya Sara saet derdorî 14:00’an de li Qada Mynttorget a pêşiya Parlementoya Swêdê hatin ba hev ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de ku wêneyên Ocalan hatin hildan bê navber dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’, ‘Ocalan gel  e, gel em in’ û ‘Ji bo Ocalan piştevanî’ hate qîrkirin.

Di daxuyaniya ji bo çapemeniya Swêdê hate şandin de hate gotin ku roleke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an û vir ve li Girava Îmralî di nava tecrîdê de ye, ji bo aştiyeke meyînde ya li Tirkiyeyê heye.

Siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn temînata aştiyeyê ye. Onen bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn kir ku tevlî çalakiyên daxwaza azadiya Ocalan dikin, bibin.

Onen di dawî de anî ziman ku wê 9-10’ê Tîrmehê li pêşiya Parlementoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet di navbera 14:00-16:00’an de çalakiya kon bê lidarxistin.