Li pêşiya Parlementoya Ewropayê tecrîd hate protestokirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li Brukselê li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî hate lidarxistin û bang li saziyan hate kirin ku bila bêdeng nemînin.

Li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, çalakiyek li dar xistin û bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku bila bêdeng nemînin.

Çalakî ji aliyê NAV-BEL’ê hate lidarxistin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û ji bo cangoriyên qirkirina Ermenan hate destpêkirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Duh Hîtler, îro Erdogan’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr diyar kir ku çalakger 5 meh in di greva birçîbûnê de ne û bal kişand ser daxwazên çalakgeran. Goksungur bang li YE,PE, KE, CPT û NY kir ku bila li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi grevên birçîbûnê bêdengiya navneteweyî hatiye şikandin û lê saziyên wekî hikumetên Ewropayê û CPT hê jî bêdeng in.

Kartal diyar kir ku heta tecrîd were rakirin wê çalakî bidomin.