Li pêşiya NY’yê çalakiya rûniştinê hate kirin

Kurdistaniyên li gelek bajarê Swîsreyê dijîn, li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê dest bi çalakiya rûniştinê ya du rojan kirin.

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê çalakiya rûniştin ya 2 rojan hate destpêkirin.

Dayikên aştiyê bi xavikên xwe yên spî li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser dayikên girtiyan tevlî çalakiyê bûn û şideta dewleta Tirk protestokirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Songûl Arslan di çalakiyê de axivî û got: “Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan û sîstema êşkenceya li Îmraliyê bidawî bibe, li her cihê Kurdistanî lê dijîn wê ji bo bilindkirina dengên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê wê li qadan bin.”

Piştî çalakiyê dayikan çûn serdana Mehmet Aîl Koçak ê 20’ê Sibatê û vir ve li pêşiya Ofîsa NY’yê ya Cenevreyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû.