Li pêşiya konsolosxaneya Iraqê dirûşmeya “Bimre xiyanet”
Li ser banga hevpar a Meclîsa Dest-Dan û NAV-Berlîn li pêşiya konsolosxaneya Iraqê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta Barzanî çalakî hate lidarxistin.
Li ser banga hevpar a Meclîsa Dest-Dan û NAV-Berlîn li pêşiya konsolosxaneya Iraqê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta Barzanî çalakî hate lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya konsolosxaneya Iraqê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û xiyaneta Barzanî çalakî hate lidarxistin. Beriya çalakiyê şandeya NAV-Berlîn dosyaya ku daxwazên wan bi nivîskî tê de hebû pêşkêşî Konsolosxaneya Iraqê kirin û çelenga reş danîn ber Konsolosxaneyê.
Di axaftina li ser navê şandeyê de hate diyarkirin ku ji 15’ê Hezîrana 2024’an ve li Başûrê Kurdistanê tevgereke nû ya leşkerî hatiye destpêkirin û hat destnîşan kirin ku divê dewleta Iraq li hember dagirkirina axa xwe bêdeng nemîne û wiha hate gotin: "PDK bi peymanên skandal ên bi Tirkiyeyê re çêkirye, li dijî berjewendiyên gelê Kurd derketiye. Li şûna ku erka xwe ya parastina gelê xwe pêk bike, bi dewleteke ku bi dehan sal in Kurdan di bin zextê de digire, hevkariyê dike. Divê demildest dawî li vê xiyanetê bê anîn! Civaka Kurd wê nehêle ku PDK berjewendiyên xwe li ser azadî û ewlehiya gelê me bigire. Hikûmeta Iraqê bi tolerekirina êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê, serweriya xwe nehesiband. Ev serî tewandina li dijî Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku berpirsyarî bigire û serweriya Iraqê biparêze.”
Di dewama axaftinan de hate diyarkirin ku ji destpêka dagirkeriyê ve 381 bombebaran pêk hatiye û zêdeyî 800 hektar zeviyên çandiniyê şewitîne û bi hezaran kes ji malên xwe bûne û wiha hate gotin: “Hikûmeta Iraqê divê li dijî operasyonên leşkerî yên Tirk tedbîran bigire û serweriya xwe biparêze.”
Axaftvanên ku di dewama çalakiyê de mafê axaftinê girtin diyar kirin ku teqez hesaba xiyaneta PDK/Barzanî bê pirsîn û anîn ziman ku dibe ku îro ji bo dewleta Iraqê weke gefeke neyê dîtin lê wê sibê ji bo wan bibe pirsgirêk.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên "Hoch die internationale Solidarität!" û "Bimre xiyanet!" hatin berzkirin.