Li pêşiya Konseya Ewropayê tecrîd hate protestokirin
Kurdistanî li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê hatin ba hev û bêdengiya saziyên Ewropayê şermezar kirin.
Kurdistanî li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê hatin ba hev û bêdengiya saziyên Ewropayê şermezar kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrga Fransayê di roja 150’an de didome. Kurdên li Ewropayê dijîn li pêşiya Konseya Ewropayê û (Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê) CPT’ê hatin ba hev.
Di çalakiyê de bêdengiya saziyên Ewropayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku divê Konseya Ewropayê peywirên xwe bi cih bînin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye.
Di çalakiyê de hate gotin ku ji ber berxwedanê parêzer karibûne biçin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê jî divê çalakî werin xurtkirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku heta tecrîd were şikandin wê ev çalakî her roja Çarşemê were domandin.
ROJA 150’EMÎN
Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê 17'ê Kanûna 2018'an dest bi çalakiya xwe kiribûn. Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî 150 roj in di greva birçîbûnê de ne.