Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Parlamenta Ewropayê konferansa Rojava didome

Li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansa bi mebesta piştevaniya li Rojava û dijî dagirkeriya Tirk di roja duyan de didome.

Beşê duyê yê konferansê ku Çarşemê dest pê kirî, 09.30'an wê dest pê kir û mijarên dagirkeriya Tirk, sedem û encamên wê, çima hêzên navnetewî nebûne asteng, helwesteke çawa dikare were nîşandin, ji ber sûcên dewleta Tirk li ser zemîna hiqûqî wê çawa hesab were pirsîn, projeya Rojava û rêyên derketina ji krîza Sûriyê werin gotûbêjkirin.

Di nav qisekeran de nûnerên ji Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parlamenterên Ewropî, akademîsyen, nûnerên rêxistina civaka sivîl û nûçegihan jî hene.

Meşrûkirina terorîzmê û komên terorîst a bi destê dewletê beşek ji konferansê pêk tîne, damezirînerê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê û midûrê wê Usama Silêman wê li vê mijarê vekole. Nûçegihanê Misrî Nashet Elheedey wê êrîşkariya Tirk a li ser cîhana Ereb vebêje.

Di nav qisekeran de ku bala mirov dikişînin sefîrê karê mirovan ê ji Wezareta Karê Derve yê Swêd Per Orneus jî heye. Orneus wê nerîna Ewropayê ya li ser dagirkeriya Tirk binirxîne.

Dîplomatê berê û şêwirmendê siyasî yê Emerîkî Peter W. Galbraîth wê li ser wê mijarê rawest bê ka bi çarçoweya hiqûqî çi bersiva dagirkeriya Tirk heye.

Prof. Dr. Davîd Graeber ji bo aştiyê li ser rista civaka sivîl wê raweste, Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed li ser pirsa, ''Divê çareseriyeke çawa ji bo şerê Sûriyê were dîtin'' wê nirxandinan bike.

Duh di konferansê de Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner axivîbû û gotibû, dagirkeriya Tirk ji 'barbariyê pê ve'' bi ti gotineke dî nikare were pênasekirin. Kocuhner gotibû, ''Rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji barbariyê pê ve bi gotineke dî nikarin werin gotin'' û diyar kiribû desteka wî ya li Kurdan tam e û domdar e. Kouchner her wiha got ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in hêzên navnetewî li bara dagirkeriyê bêdeng in û bal kişande ser dabeşbûna  Kurdan a ji ber mêtingeriyê û got divê Kurd bibin yek.

Endama Mala Çavdêr a Radîkalbûnê ya Fransayê Dr. Amelîe Chelly bal kişandibû ser têkiliya dewleta Tirk a bi komên çete yên mîna DAÎŞ û El Nûsra re û gotibû Tirkyie hem deriyê têketin û jêderketinê yê DAÎŞ'ê ye.

Li konferansê bi rengekî sembolîk ji siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef re hate veqetandin, ku Xelef 12'ê Cotmehê ji hêla dewleta Tirk ve bi hovîtî hatibû şehîdkirin.

Li konfernsaê yek ji daxwaza sereke ew e ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye were darizandin û Yekîtiya Ewropayê bibe xwedî helwesteke tund.