16’emîn Konferansa Kurd a Navnetewî ku bi navê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" pek tê, Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêşengtiya wê kir. Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamenta Ewropayê piştgiriyê didin konferansê.
Di nava kesên piştevaniya konferansê dikin kesên navdar ên cîhanê hene; Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê oldarê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûgû, parêzvana mafên mirovan a Îranê Şîrîn Ebadî, Sefîra Bilind a Aştiyê ya Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Bîanca Jagger Bîanca Jagger, zimanzan û fîlozofê navdar Noam Choamsky û xwediya Xelata Sakharov parlamentera berê ya HDP'ê Leyla Zana çend ji pêşengên konferansê ne.
WERGERA KURDÎ HATE KIRIN
Konferans bi axaftina vekirinê destpê kir. Ji bo roja yekem du rûniştin wê were kirin. Di konferansê de beşdarvanên zêde balkişand û wegera Kurdî jî hate kirin. Seroka EUTCC) Prof. Dr Karînae Westrheîm ya Norveçî di axaftina vekirinê de balkişand li ser wergera Kurdî û wiha got; “Ev di asta herî dawî de gelek girîng e.”
WESTRHEÎM: PAQIJIYA ETNÎKÎ YA RAST HEYE
Westrheîm diyar kir ku di 16 salên dawî de doza Kurd, pirsgirêkên li Tirkiye û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn gotûbêj dikin û diyar kir ku li rêyên çareseriyê digerin û got ku ev pirsgirêkên he ji bo Yekîtiya Ewropayê jî gelek girîng in.
Westrheîm qala pirsgirkên li Tirkiyê û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re kir û wiha got; “Divê YE destûr nede ku Tirkiye wê rehîn bigre. Beriya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Rojava li herêmê aşitî hebû, rê ji penaberan re vekirin. Dagirkeriya Tirk hiqûqa navnetewî binpê kir. Serokkomarê Tirk niyeta xwe ya paqijiya etnîkî ne veşart. Dagirkerî bû sedem ku zêdetirî 300 hezar kes neçar man ji cih û warên xwe bûn. Kemera Ereban a nû tê avakirin. Paqijiya etnîkî ya rast heye.”
‘DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER WERE NASKIRIN’
Westrheîm wiha domand; “Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê civaka navnetewî ve were naskirin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan. Divê li Rojhilata Navîn Kurd weke aktorekî girîng werin dîtin.
VÎLLÛMSEN: ERDOGAN WEKE KU XUYA DIKE NE BI HÊZ E
Ji Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL) Nîkolaj Vîllûmsen ê Danîmarkayî got ku divê doza Kurd were çareserkirin û balkişand li ser biryara Dadgeha Belçîka ya PKK ne rêxistineke terorîst e û wiha got; “Ev pêngaveke gelek girîng e. Erdogan weke tê xuyakirin ne bi hêze û di aliyê aboriyê de girêdayî Ewropayê ye. Eger gûşarên aborî pêk were wê Erdogan çond dane. Eger li Ewropayê îradeyekî bihêz ya hebûya wê Erdogan zeyîf bûbûya. Em Koma Çep li Parlamentoya Ewropayê li gel Kurdan in û bi têkoşîna li gel dostên me re em pir keyfxweş in.”
SCHIEDER: DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN KURD JÎ BIGRE NAVA XWE
Endamê Koma Tifaqa Sosyalîst û Demokratên Pêşverû Andreas Schîeder yê Ewûstralyayî got ku amadebûna wî di kongeransê de ji bo wan rûmete û qala serdana xwe ya beriya demekê ya ji bo Rojava kir. Schîeder qala dagirkeriya Tirk kir û got; “Gelê Kurd di pêvajoyekî zehmet de ne. Rojava serketinek e, îstikrar û aşitî anî. Dagirkeriya Tirk li herêmê bû sedemê gelek pirsgirêkan. Di muzakereyên Cenevreyê de ku ji bo Destûra Bingehîn tê kar kirin divê Kurdan jî bigre nava xwe. Divê hêza aşitiyê ya navnetewî ji bo herêmê were şandin. Divê pêşî li guhertina demografî ya ji aliyê Erdogan ve tê kirin were sekinandin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokratîkbûyîneke rast heye.”
ALFONSÎ: DIVÊ PK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN
Endamê Tîfaqa Azadiya Ewropa/Keskan Françoîs Alfonsî yê Fransî jî qala têkoŞîna azadiyê ya sed salan a Kurdan kir û wiha got; “Ev têkoşîneke mînak e. Eger Kurd nebûna serketina li dijî DAÎŞ’ê wê nehatiba bidestxistin. YE ku PKK’ê ji lîsteya rêxistina terorê dernaxe çekeke dîplomatîk a bihêz dide destê Tirkiyeyê. Ji bo belavkirina biryara dadgeha Belçîka a PKK ne rêxistineke terorîste li Netewên Yekbûyî û hemû saziyên Ewropayê em ê kar bikin. Erdogan li gorî 10 salên berê zeyîf e. Şantaja Erdogan ya niha dike nîşaneyên zeyîfiyê ne. Eger Kurd îro di rewşeke zehmet de bin jî di aliyê siyasî de gelek destkefiyên bi nirx hene.”
ALÎKARÊ SEROKÊ PYE: DIVÊ GÛŞAR PÊK BÊN
Alîkarê Serokê Parlamentoya Ewropa Dîmîtrîos Papadîmoûlîs ya Yewnanî jî wiha got; “Em pêşverûyên parastina mafên Kurd, mafên mirovan in. YE mûdaxeleya leşkerî ya dewleta Tirk a li Sûriyeyê gelek caran şermezar kir. Li PE jî biryara şermezarkirinê derket. Lê ev têrê nake. Ji ber ku pêkanînên negatîf nasekin, kuştin ranaweste. Pêdivî bi tevdîrên hişttir hene. Divê gûşar werin pêkanîn.”
‘DIVÊ AMBARGOYA ÇEKAN WERE PÊKANÎN’
Papadîmoûlîs wiha jî got; “Divê em peyamê bişînin, divê em zextên zêdetir daxwaz bikin. Ji ber ku Erdogan ji konjonkturê sûd digre. Divê peyama me vekirî be. rêzgirtina li hiqûqa navnetewî, li mafên mirovan yekane rêya çareseriyê ya vê pirsgirêkê ye. Divê di vî alî de serî li hemû rêyên dîplomatîk were dayîn. Demê pêkanîna gûşarên li ser rêveberên Tirk hatiye. Ambargoya çekan jî di nava vê de ye.”
Piştî panela vekirinê konfeans bi panelên sernavê “Li Tirkiyeyê zext û berxwedan” û “Têkiliyên Tirkiye-YE”didome.
Roja duyemîn a konferansê jî wê 6'ê Sibatê be. Di rûniştinên ji saet 09:30 heta 17:00 de wê mijarên; sûc û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, armancên Osmanî yên dewleta Tirk, rewşa Kurdan, mafên tên înkarkirin, komkujî û qirkirinên hatin kirin, rewşa piştî DAÎŞ'ê, rol û helwesta Ewropayê li ser krîzên li Rojhilata Navîn, perspektîfên derketina ji nava krîzê, pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên alternatîf bên nirxandin. Ji Misir, Ekvator û gelek welatên Ewropayê wê gelek parlamenter, lêkolîner, rojnamevan û akademîsyen di roja duyemîn de pêşkêşiyê bikin.