Li PE'yê Konferansa Kurd: Biryara PKK'ê bû perspektîfeke nû

Di rûniştina yekem a Konferansa Kurd a Navnetewî ya li Parlamentoya Ewropayê de li Tirkiyeyê zext û berxwedan, şantaja penaberan, helweta YE, biryara Belçîka ya PKK’ê û tecrîda li ser Ocalan hate nirxandin.

Li 16’emîn Konferansa Kurd a Navnetewî piştî axaftina vekirinê panela destpêkê bi sernavê “Li Tirkiyeyê zext û berxwedan” hate lidarxistin.

Endamê desteya rêveberiya Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) rewşenbîre Hollandî Josst Jongreden moderatoriya wê kir û di rûniştina yekem de parlamenterên Ewropî, Tirkiyeyî û Kurd axivîn. Jongreden got ku divê li dijî Tirkiyeyê helwest were nîşandan û êdî ji nerazîbûnên “Em bi fikarin, gelek fikar hene” derbas dibe. Jongreden got divê zext li Tirkiyeyê were kirin û ji sedemê van zextan ji Yekîtiya Ewropayê re were gotin.

BÎTEAÛ: ÇAVKANIYÊN AVÊ LI SER ERÊ KURDAN E

Ji Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) Benoît Bîteaû yê Fransî di mijara “şerê li ser çavkaniyê jiyan” semîner da. Bîteaû çavkaniyên li xakên Kurdan girt dest û balkişand li ser rageşiya li derdora çemê Firat û Dîcleyê. Bîteaû wiha got; “çavkaniyên avê li ser erdê kurdan e”. Di mijara parvekirina avê de beriya niha li Mezopotamyayê rageşî çêbûne. Pirsgirêka avê yek ji pirsgirêkên li Mezopotamyayê ne.”

DEMÎREL: KONSEYA EWROPA ÇIMA AMBARGOYÊ PÊKANÎNE?

Ji Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL) Ozlem Demîrel bibîrxist ku Parlamentoya Ewropayê di demên dawî de mijarên Tirkiyeyê digre dest. Demîrel wiha got; “Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimîn mirov dixe nava guman an, şok in. Di rewşa heyî de zeyîfiya hikûmetê li Tirkiyeyê dide nîşandan. Erdogan her tim baweriya xwe bi fonên Yekîtiya Ewropayê aniye. YE dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir lê Konseya Ewropayê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê pêk neanî. Ev nakokiye. Divê em hê zêdetir balê bikêşin li ser vê nakokiyê. Li Tirkiyeyê azadiya derbirîn û çapemeniyê nemaye. Divê rêxistinên çapemeniyê yên li Ewropayê hê bêhtir hewldanan nîşan bidin.”

ÎSLAM: DI NAVBERA KURD Û TIRKAN DE AŞTIYEKE MAYÎNDE DIXWAZIM

Parlamenterê Partiya Saadetê Cîhangîr Îslam jî axivî û got; “Di navbera Kurd û Tirkan de aştiyeke mayînde dixwazin. Ji bo civakên weke me dewleta netew û netewebûn her tim hilweşîn û rondik aniye.”

Îslam bi domdarî got; “Pirsgirêkên cidî yên Tirkiyeyê hene. Ez jî mûxalifek im. Lê min ev dît li vî welatî tecrûbeyekî yê demokrasiyê hey; ev 150 sal in hilbijartinan em dikin, rêjeyeke beşdariyê ya li ser Ewropayê re heye. Çandeke demokrasiyê ya me heye.”

KOÇYÎGÎT: EV ŞERÊ ME YE

Parlamentera HDP’ê Gulîstan KoçyîgÎt jî di rûniştina yekem de axivî. Koçyîgît pêvajoya diyaloga beriya niha ya di navbera PKK û dewleta Tirk de bibîrxst û qala şert û mercên wê demê kir. Koçyîgît tevgera Gezî û serhildana Kobanê jî bibîrxst û wiha got; “Yekbûyîna gelê Kurd û Tirkiyeyê hatibû wê nuqteyê ku ji bo pêşerojeke hevpar hêzên xwe seferber bikin. Her kesê hêvî dikr ku pirsgirêk çareser bibe, hikûmetê carek din ji bo tasfiyekirina Kurda plan kir. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê destpê kir. Piştî hemû bêqanûnî hate kirin, Cizîr, Sûr û Nisêbin hate jiyîn. Li dijî vê civak jî li ber xwe dide. Li dijî vê berxwedana civakî komkûjî pêk hatin. Komkujiyên Enqere-Gar, Amed û Pirsûsê çêbûn. Niha rastiyeek vê civakê ya li dijî vî şerî li ber xwe dide heye. Li Tirkiye û Kurdistanê em li ber xwe didin. Ev şerê me ye û em bi biryarin vî şerî bikin. Em li bendê ne ku civaka navnetewî jî çareseriyên rast pêşkêş bike.”

Di panela duyemîn û dawî ya roja yekem a Konferana Kurd a Navnetewî de bi sernavê “Têkiliyên Tirkiye-YE: muzakereyên endamtiyê, krîza penaberan û Kurd” semîner hate dayîn

RÛNIŞTINA DUYEMÎN

Zanyar Prof. Cengîz Aktar rûniştina dûyem birêve bir. Aktar balkişand li ser bazara penaberan û got ev bazar helweta dewletên endamê Yekîtya Ewropayê diyar dike.

SCHÎEDER: LI YE’YÊ DE CIHÊ VÊ TIRKIYEYÊ NÎNE

Endamê Koma Hevgirtina Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Andreass Schîeder yê Avûstûryayî derbarê muzakereyên endamtiya bêdawî de axivî. Schîeder tekez kir ku pêdiviya YE’yê bi Tirkiyeyekî re heye ku di nava aramiyê de ye û bi prosedorên Ewropayê re radibe û got: “Tirkiye namzedekî zehmet e ji ber ku rêz nîşanî mafên bingehîn nade.” Schîeder diyar kir: “Ger rojnamevanên hatinî girtin, siyasetmedar, dayîk û çalakvanan dixin girtîgehê vê çaxê ji bo ku serbest werin berdan divê her tiştî bikin.” Schîeder bibîrxist ku pir piştgiriyên malî ji beriya ku (Tirkiye) bibe endam çêbûne û bal kêşand ser ku divê ragirtina van diravdanan were gotubêj kirin. Schîeder qala dagirkeriyên dewleta Tirk kir û wiha domand: “Ya em li Tirkiyê dibînin guherîneke ya demografîk e. Dawî anîna herêmên Kurdan e. Divê YE wê yekê qebûl neke û sizayê bide.”  Wî anî ser ziman li Ewropay cihek ji bo ku hukûmetekî wiha tine ye û tekez kir: “Ez li dijî me ku welateke wiha bibe endamê YE’yê.”

Ji Koma Hevgirtina Keskan Tîneke Strîk yê Hollandayî qeyrana penaberan û beriva Ewropayê ya derbarê wê de nirxand û got: “Yekitiya Ewropayê, mecbûr dimîne ku li hemberî Tirkiyê bêdeng bimîne” û îşare bi peymana penaberan kir. Strîk bal kêşand ser peymana penaberan ya bi Tirkiyê re hatî çêkirin ku weke “Naboseke” û destnîşan kir ku divê li cihên din jî pêşî li wê pergale were girtin da ku nebe model.

ŞÎROVEYA FERMON A JI BO BIRIYARA PKK: LI EWROPAYÊ CARA YEKEM E

Parêzerê Belçîkayî Jan Fermon bi teybet behsa biryara ku edaleta Belçîkayê derbarê PKK’ê de girtibû kir. Dozgeriya Belçîkayê di 28’ê Çileyê de biryara dawîn ya Dadgeha Îstînafê ango PKK rêxistinekî terorîst nîne, divê huqûqa şer a navnetewî were pêkanîn û nabe ku di çarçoveya antî-terorê de were darizandin, pejirandibû. Fermon piştî ku qala pêvajoya huqûqî ya ku gihande ew biryarê kir û tekez kir: “Cara yekeme ku biryareke wiha li parzemîna Ewropayê tê girtin.” Fermon belgeyên Wîkîleaksê yên ku tê de guşarên sefareta Amerîka ku divê li dijî PKK’ê tiştek were kirin, li ser Belçîkayê pêk anîbû, nîşan da. Fermon got “Tevahiya vê dozê li sefareta DYE’yê li ser daxwaza Tirkan hatibû organîzekirin” û diyarkir ku piştî deh salan ew doze bi encam bû. Her wiha Fermon dazanîn: “Bi vê biriyarê re deriyê perspektîfeke cuda divebe. Divê pevçûn bigihînin çareseriyê.” Wî anî ziman ku divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka her du aliyên pevçûnê, alîkarî were kirin û ji welatên Ewropayê xwest ku dev ji krîmînalîzasyonê berdin û helwesteke cuda pêş bixin.

Fermon ku behsa biryara derbarê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya di navbera salên 2014-2017’an a li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya Lûksemburgê kir û got: “Divê Belçîkayî biçin Konseya Ewropayê  û diyar bikin ku ew piştgiryê nadin vê lîsteyê. Ew rewşe wê di Konseyê de rê li ber nîqaşkirina etîketa terorîstî ya li hemberî PKK’ê jî veke.”

UYSAL QALA TECRÎDÊ KIR

Axaftina dawî ya rojê parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir. Uysal piştî ku dazanîn wê girtîbûyîna Ocalan di 15’ê Sibatê de bibe 21 sal, behsa pergala tecrîdê ya Îmraliyê kir. Uysal ji bo Îmraliyê got: “Di qonaxa ku hatiye, veguheriye girtîgehekî ku ew bi qasî 8 sal in parêzerek nekariye serdan bike.” Uysal dazanîn ku ji ber giranbûna tecrîdê re qeyrana li Rojhilata Navîn kûr bûye.

Uysal xalên ku Ocalan di peyama xwe ya hevdîtina herî dawî ya piştî grevên birçîbûnê bi parêzerên xwe re pêkanîbû de diyarkiribûn, parvekir. Uysal ku qala hewldanên Ocalan yên çareseriyê kir destnîşan kir ku Ocalan îro jî hewldanên xwe yên çareseriyê didomîne. Uysal got: “Eger pergala tecrîdê ya Îmraliyê weke rengdaneke siyaseta girtîgehê a Tirkiyê bê destgiritn ew ê şaşitiyek be” û wiha diyar kir ku tecrîda Îmraliyê destpêka siyaseta guşar û tecrîda li Tirkiyê ye. Uysal di dewama gotina xwe de anî ziman: “Pare binpêkirineke mafê mirovan nîne ber ku ciheke ku wêneyê herî zelal ya Tirkiyê nîşan dide.” Uysal bang li civaka navnetewî kir û xwest ku tecrîd were bidawîkirin, têkiliya di navbera demokratîkbûyîna Tirkiyê û mafên Kurdan rast bê diyarkirin. 

Roja yekem a konferansê bidawî bû. Roja duyem wê sibê bidome. Di rûniştinên ji saet 09:30 heta 17:00 de wê mijarên; sûc û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, armancên Osmanî yên dewleta Tirk, rewşa Kurdan, mafên tên înkarkirin, komkujî û qirkirinên hatin kirin, rewşa piştî DAÎŞ'ê, rol û helwesta Ewropayê li ser krîzên li Rojhilata Navîn, perspektîfên derketina ji nava krîzê, pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên alternatîf bên nirxandin. Ji Misir, Ekvator û gelek welatên Ewropayê wê gelek parlamenter, lêkolîner, rojnamevan û akademîsyen di roja duyemîn de pêşkêşiyê bikin.