Li Parlementoya Îngîltereyê ji bo Rojava civîn hate lidarxistin
Li Parlementoya Îngîltereyê ji ber geşedanên li Rojava civîn hate lidarxistin. Di civînê de hate diyarkirin ku modela li wir a ku fikrên Ocalan dixe pratîke divê were parastin
Li Parlementoya Îngîltereyê ji ber geşedanên li Rojava civîn hate lidarxistin. Di civînê de hate diyarkirin ku modela li wir a ku fikrên Ocalan dixe pratîke divê were parastin
Saziya bi navê Centre for Kurdîsh Progress a li Parlementoya Îngîltereyê derbarê geşedanên dawîn ên li Rojava civînek li dar xist.
Rojnameger Wladîmîr Van Wîlgenbûrg ê ku li herêmê xebitiye di civînê de axivî. Nûnerên siyasî yên aliyên cihê, hîndekarê Kîng’s College Bîll Parl jî di nav de gelek akademîsyen û rojnameger tevlî civînê bûn.
‘QSD’Ê MODELA PÊŞVERÛ XURTTIR KIR
Rojnameger Wîlgenbûrg got ku, “Ligel ku li Bakurê Sûriyeyê kêşe hene jî, rewşa wê ya ji welatên cîranên wê baştir e. QSD a ku bi pêşengiya gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne, modela herî pêşverû ya herêmê ava kiriye. Di warê mafê jinan,zarokan, olî û demokrasî de gelek pêşketin bi dest xistiye.”
Wîlgenbûrg diyar kir ku biryara vekişandina DYE’yê ew ê dahatûya herêmê şolî bike.
‘DIBE KU BERXWEDANÊN MEZIN PÊK WERE’
Wîlgenbûrg diyar kir dibe ku li herêmê koça penaberan dîsa were destpêkirin û li herêmê berxwedanên mezin pêk were.
‘DIVÊ MODELA LI SER FIKRÊN OCALAN WERE PARASTIN’
Parlementer Lloyd Rûssel-Moyle jî bi bîr xist ku di Nîsana borî de ew çûbûn Rojava û geşedanên li herêmê wan bi çavê xwe dîtine. Moyle diyar kir hemû gavên ku li dijî modela ku li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê bêberpirsyartiyeke mezin be.