Li Parlamentoya Ewropayê bi beşdarbûna Ocalan konferansa çapemeniyê

Li Parlamentoya Ewropayê têkildarî tecrîdê bi beşdarbûna Dîlek Ocalan di konferansa çapemeniyê de bal hate kişandin li ser sûcên deweta Tirk ên li dijî mirovahiyê û hate gotin ku domandina tecrîdê ku Ewropa bêdenge herêm mehkûmî şer kiriye.

Bi beşdarbûna parlamenterên Koma  Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk Bakur a Ewropayê (GUE/NGL) Malîn Bjork a Swîsreyî û Eleonora Forenza ya Îtalî û berxwedêra greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Dîlek Ocalan li Parlamentoya Ewropayê (PE) têkildarî tecrîdê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Di civînê de endama PE parlamentera Îtalî Eleonora Forenza axivî û qala hewldana komkujiyê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd kir û got; “Gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şerekî dîrokî kiriye.”

FORENZA: TIRKIYE DI MIJARA AZADIYÊ DE BÊ NAVBER SÛC DIKE

Forenza têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven agahî da û balkişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd. Forenza got, Tirkiye bê navber di mijara heq û azadiya mirov de sûc dike û Forenza Tirkiye vexwend ku li gorî peymanên mafên mirovan tevbigere û got ew ê vê mijarê bişopînin.

BJORK: GELÊ KURD JI BO MIROVAHIYÊ TÊKOŞÎNEKÎ MEZIN KIRIN

Parlamentera Swîsreyî Malîn Bjork jî di civîna çapemeniyê de axivî û got ew li gel têkoşîna gelê Kurd in. Bjork diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariya heyî hemû pêkhatyên azadî û demokrasiyê dixwazin gef li wan dixwe û li dijî vê gelê Kurd têkoşînekî mezin kirine.

Malîn Bjork got siyasetmedar û hilbijarên Kurd bêhiqûqî hatine girtin û got li ser Rêberê Gelê Kurd û girtiyên li girtîgehê tecrîd tê pêkanîn. Bjork wiha domand; “Divê daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven a ji bo şikandina vê tecrîdê were bihistin û daxwazek heye ew jî ‘şikandina tecrîdê’ ye û ev jî bi çalakian mumkîne.

OCALAN: BÊDENGÎ HIQÛQA HEYÎ BINPÊ DIKE

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî beşdarî civîna çapemeniyê bû. Dîlek Ocalan wiha got; “Li ser navê grûba me ez spasiya hemû dostên me yên di nava piştevaniyê de dikim. Li vir li ser anvê 14 çalakgeran diaxivim. Tiştên ez li vir bibêjim li ser navê serî de Leyla Guven û hemû çaalkgerên greva birçîbûnê de ne. Li vir ez ê daxwazên bi hezaran hevalên me yên li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê de ne ragihînim.

Li gelek cihan ku grevên birçîbûnê didomin yek armanca wan heye. Tevî ku li vê salonê me carek din jî ragihandibû, tevî ku me daxwaz ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Parlamentoya Ewropayê (PE) re ragihand, mixabin bêdengiya van saziyan hê didome û guhertinek çênebûye. Bêdengiya heta roja îro tê wateya ku hiqûqên xwe jî binpê dikin û ev sazî niha sûc dikin. Konseya Ewrpoayê biryarên têkiliyên bi Tirkiyeyê re pêk tÎne. Ev sazî heta niha li dijî tecrîd û faşîzma li Tirkiyeyê pêşve diçe erka xwe pêk naîne.”

‘DAXWAZEKÎ DEMOKRATÎK Û MIROVÎ YE’

Dîlek Ocalan balkişand li ser îzolasyona bi salan a li ser Rêberê Gelê Kurd û wiha domadn; “Yekane daxwaza me jî şikandina vê tecrîdê ye. Ev bi temamî daxwazekî mirovî û demokratîk e. Ji derveyî vêya tu daxwazaekî ya çalakiya me nîne. Tirkiye pêkanîna vê daxwazê di heman demê de li gorî Hiqûqa Ewropa û Peymanên Ewropayê ku îmzekriye tevdigere.”

‘TECRÎD BI DAWÎ NEBE ŞER LI ROJHILATA NAVÎN BI DAWÎ NABE’

Dîlek Ocalan anî ziman ku berxwedana greva birçîbûnê ne tenê ji bo şikandina tecrîda Ocalane heman demê ji bo gelê Kurd û aştiya Rojhilata Navîn e. Ocalan got: “Çalakiya me heman demê çalakiya mirovahiyê ye. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd e. Heman demê ji bo demokrasî, azadî û bi hev re jiyanê ye. Tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, şer li Rojhilata Navîn bi dawî nabe.”

‘HEVKARÊN TECRÎDÊ NE’

Ocalan bi domdarî got: “CPT, KE û KE’yê hemû dizanin. Ev sazî hevkarên vê tecrîda didome ye. Ev tecrîd der hiqûqî û ne demokratîk e. Ne mikûne ku malbat û gelê Kurd vê tecrîdê bipejirînin.

‘TECRÎD LI SER HER KESÊ YE’

Dîlek Ocalan destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê tecrîdê li ser Ocalan, heman demê li ser jinan, hemû beşên civakê û gelê Kurd dike. Ocalan got: “Tecrîda ku dewleta Tirk dide domandin, bi taybet li ser gelê Kurd û gelemperî li ser azadiya takekesî, azadî, jiyana wekhev û topyekûn li dijî gelê Kurd e. Weke jinekê tecrîdeke li ser nasnameya min a jin a azad e. Ev tecrîd li ser ekolojî, azadiya zayendî û pradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd pêk aniye. Ev tecrîd li ser hemû beşên hejar in.

‘KILÎDA ÇARESERIYÊ OCALAN E’

Ocalan bal kişand ser kilîda çareseriya ya pirsa Kurd û got: “Nuqteya çareseriya pirsa Kurd hevdîtinên bi Rêber Apo re ye. Ev tecrîd tecrîda dewlet Tirk a ji bo tinekirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk a ne li gel çareseriyê li gel şer cih digire, li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin, gava yekem a vî şerî jî tecrîd bû. Ji bo rakirina vê tecrîdê divê her kes bi lezgîn zextê li dewleta Tirk bike.

Bi teqez em ê bi ser bikevin. Faşîzmê têk bibin, tecrîdê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.”