BI DÎMEN

Li Parîsê qurbaniyên fermana 74’an hatin bibîranîn

Li Parîsê Qirkirina Şengalê hat protestokirin û Êzidiyên hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

PROTESTOYA QIRKIRINÊ

Li herêma Villiers Le Bel a paytext Parîsê bi wesîleya salvegera 10’an a Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an çalakî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên ku meş lidarxsitin, gelek caran dirûşmeyên “Me Şengalê ji bîr nekir”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” berzkirin.

Meş heta avahiya komeleyê berdewam kir û di şexsê Mam Zekî Şengalî, Egîd Civyan, Zerdeşt Şengalî de hemû şehîd hatin bibîranîn.