Li Parîsê ‘mîtînga azadiyê’ ya bi pêşengtiya jinan

Endamên TekojIN’ê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê mîtîng li dar xist, banga têvlêbûna pîrozbahiyên ji bo 15’ê Tebaxê kir.

Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), li banliyoya Vîlleneûve-Saînt-Georges a Parîsa paytexta Fransayê, di çarçoveya ‘’Jin, jiyan, azadî, bi ser bixe azadiyê’’ de mîtîng li dar xist.

Mîtîng bi xwendina daxuyaniyeke bi Fransî dest pê bû. Di mîtîngê de wiha hat gotin: ‘’Tecrîda li ser Rêber Apo tê ferzkirin, em qebûl nakin. Du sal in me tu hay jê nîn e.’’  

Banga tevlêbûna pîrozbahiya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin. Pîrozbahî wê li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê bê kirin.

Dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin û dawî li mîtîngê hat.