Li Parîsê meşa li dijî tecrîdê

Kurdistaniyên li banliyoya Corbeîl a Parîsê hatin ba hev, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda dermirovî ya li ser, li banliyoya Corbeîl a Parîsa paytexta Fransayê meş hat kirin.

Kurdistanî ji bo meşa bi pêşengtiya ciwanên Kurd hat lidarxistin, li ber Şaredariya Corbeîlê hatin ba hev.

Kurdistaniyan diyar kir ku ew kirinên nehiqûqî yên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û heta îstgeha trenan a Corbeîlê meşiyan. Li ber îstgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê Ciwan jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nekin, ta azad bibe wê li pêngava ‘’Cenga azadiyê bi ser bixin’’ dewam bikin.