Li Parîsê li dijî komployê meşeke dirêj hate destpêkirin
Li Parîsê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşeke dirêj hate destpêkirin.
Li Parîsê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşeke dirêj hate destpêkirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir.
Kurdistanî û dostên wan li Qada Denfert-Rochereaû hatin ba hev û belavokeke bi Fransî hate xwendin.
Bi pankarta ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ meş hate kirin.
Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a li dijî Garê jî hate protestokirin û gerîlayên berxwedêr hatin silavkirin. Meş roja pêşîn heta Învalîdesê domiya û sibê jî wê li Natîonê dest pê bike. Di roja sêyemîn de jî wê meşa dirêj li Repeblîqûeyê dest pê bike û piştre wê bi mîtîngê bi dawî bibe.