Li Parîsê Kurdan komplo, bêbextî û dagirkerî şermezar kirin

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransayê Parîsê êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer ku di encamê de Endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Diyar  Xerîb jî şehîd bûbû, hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa ''Dagirker, bêbext, dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehimin'' hatin hildan. Yek ji aktivîstên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Drancyî di çalakiyê de axivî û got, ew nokerên xwecih ku bûne hevkar û di komployê de cih girtine, PDK'ê û dûvelingên wê şermezar dikin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li ser Efrîn, Başûr, komkujiyên li ser gelê Kurd bi bîr xist, got armanc ew e ku gel bêcihûwar bikin. Aktivîst Mazlûm Alçi xwest ku Kurd li dijî van êrîş û komkujiyan bihistyar bin û li dijî pergala komkuj a dewleta Tirk, li dijî komkujiyên wê li ser piyan bin.