BI DÎMEN

Li Parîsê Konferansa 'Têkoşîna li dijî zayendperestiyê'

Di konferansa bi navê "Têkoşîna li dijî zayendperestiyê" ya li Parîsê hat lidarxistin, ji bo pêşîgirtina zayendperestiyê di hemû qadên jiyanê de biryarên radîkal hatin girtin.

Li Parîsa paytexta Fransa ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ve bi navê “Têkoşîna li dijî zayendperestiyê” konferansek hat lidarxsitin.

Endamên Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî, Yasemîn Andan û Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Gonûl Kaya beşdarî konferansê bûn ku di şexsê Şehîd Evîn Goyî de ji bo hemû jinên berxwedêr û bedel dane.

Konferans ji bo bîranîna şehîdên şoreşa cîhanê bi taybet şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di beşa yekemîn a panela ku ji sê beşan pêk tê, “Bi nîqaşkirina têgeha zayendperestiyê bandorên dîrokî û civakî yên zayendperestiyê di civakê de” hatin nîqaşkirin.

Di beşa duyemîn de jî axaftinên bi mijara "Rêveberiya zayendperestiyê ya îro li qadên civakî, siyasî û aborî" hatin kirin û pêvajoya dîrokî ya "nasnameyên jin û mêr ên di civaka zayendperest de hatine afirandin" û têkiliyên wan ên bi exlaqa civakî re hatin nirxandin.

Di beşa sêyemîn û dawî ya konferansê de “Li dijî zayendperestiyê avakirina jiyana hevpar a azad û rê û rêbazên têkoşîna li dijî zayendperestiyê” hatin nirxandin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Bêyî azadiya jinê civak azad nabe” bingeha Têkoşîna Jina Kurd a Azad e û armanc û stratejiya bingehîn a Jinê hatin destnîşankirin.

Di konferansê de pêwîstiya jinan a di bin sîwana Jineolojiyê de birêxistinbûyîn hat destnîşankirin û hat xwestin ku bi rêxistinbûn û têkoşîna kolektîf têkoşîna jinê ya li dijî pergala netew-dewletê ya li ser bingeha desthilatdariya baviksalarî bê berfirehkirin.

Di beşa dawî de pirsên beşdaran hatin nîqaşkirin. Konferans piştî biryaran bi axaftina girtinê bi dawî bû. Di encamnameyê de ev biryar hatin girtin:

  • Li dijî zayendperestiya civakî divê perspektîfa jina azad di hemû xebatên li ser bingeha felsefeya Rêber Apo û îdeolojiya azadiya jinê de esas bê girtin. Çawa ku Rêber Apo destnîşan kir, pêwîst e 'sîstema me tevahî li ser esasê xizmeta Heman Jiyana Azad bê avakirin û bi rengê jina azad, mêrp azad û têkiliyên azad were jiyîn. Ji bo vê jî li ser esasê paradîgmaya Rêbertiyê tevlêbûna hemû beşên civakê di perwerdeyên ferdî û kolektîf de esas tê girtin.
  • Ji bo çanda hevjîna azad were jiyîn, divê modernîteya kapîtalîst an jî modela jinê ya kevneşopî ya feodal were derbaskirin, nasnameya jina azad a şoreşa jinê di civakê de were afirandin, pergala hevserokatiyê di civakê de were saz kirin.
  • Taybetmendiya herî girîng a sîstema me ya konfederalîzma demokratîk ew e ku sîstema temsîliyeta wekhev û hevserokatî ye. Li dijî têgihiştin û nêzîkatiyên ku bi awayekî fermî nêzî van saziyan dibin, îradeya hevserokatiyê, di biryaran de cih nagirin, bi awayekî aktîf û rêxistinî têdikoşin.
  • Têgihiştin û nêzîkatiyên ku pergala hevserokatiyê bi qasî wekheviya pak bes û ji pîvana azadiyê qut bûye, şermezar bikin.
  • Di hemû qadên jiyanê de li ser esasê îdeolojiya azadiya jinê bi awayekî aktîf û rêxistinbûyî berfirehkirina têkoşîna zayendî.
  • Bi hişmendiya “Rêgezên azadiyê li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tên birêxistinkirin” divê li dijî pîvan û perspektîfên kevneşopî yên heyî li her qadê têkoşîna zayendî bi xurtî bê meşandin.
  • Li dijî têgihiştin û nêzîkatiyên ku lêkolînên jinan pêwîst nabînin bi awayekî aktîf têbikoşin, hewl bidin wan bixin destên xwe, an jî her tim encamên neyînî bi lêkolînên jinan vebêjin.
  • Li dijî zayendperistiya ku di qadên têkoşînê de derdikeve pêş têkoşîna zayendî bi radîkalkirina wê li her qadê û li dijî helwestên baviksalarî, kevneşopî û otorîter bi awayekî aktîf meşandin.
  • Li dijî bikaranîna zimanê zayendperest û mêrane di jiyana civakî de bi awayekî aktîf têkoşî.
  • Êrîşên îdeolojîk ên weke tundiya mêr, olperestî, zayendperestî û neteweperestiya ku ji ber wêrankirina ekolojîk, koçberî û qeyrana civakî di nava civakê de tên nîşandan û zerarên ku diqewimin bi awayekî xurttir di nava civakê de tên nîqaşkirin û çareserî tên hilberandin.
  • Siyaseta weşangeriyê ya civakî-çandî, veguherîner a ku pirsgirêkên civakî bi tundî mijûl dike, civakê araste dike û îradeya çareseriyê derdixe holê û li ser têkoşîna li dijî zayendperestiyê radiweste, esas digire.
  • Xebatên çandî û hunerî yên organîzetir û xurtir ku di têkoşîna li dijî zayendperestiyê de xwedî roleke diyarker in, bi armanca afirandina estetîka jinê, veguhertina têkilî û şêwazên jiyanê yên jin-mêr û derxistina exlaqê azad, xebatên çand û hunerê hîn xurtir û birêxistinkirî bikin.