Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakiya nobedê destpê kir
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê ya ji bo 5 rojan hate destpêkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobedê ya ji bo 5 rojan hate destpêkirin.
Çalakiya nobedê ya li pêşiya Parlementoya Fransa hate destpêkirin wê ehta 26’ê Sibatê dom bike. Çalakî wê her roj di navbera saet 11:00-16:00’an bi çalakiyên cihê dom bike.
Wê her roj bi tevlîbûna endamên TEV-ÇAND’ê mîzûk û amûrên cihê yên mûzîkê bên lêdan.
Di roja yekem a çalakiyê de li ser navê CDK-F’ê Necmetîn Demîral axivî û destnîşan kir ku heta azadiyar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Demîrel bang li Kurdistaniyên li Parîsê dijîn kir ku tevlî çalakiyan bibin.
Li gorî plansaziya çalakiyê Meclîsa Navenda Parsîê çalakiyî dewir girt, wê 23’ê Sibatê Meclîsa Vîllîer-le-Bel, 24’ê Sibaê Meclîsa Drancy, 25’ê Sibatê Meclîsa Evry û 26’ê Sibatê jî wê Meclîsa Mantes-la-joîle û Creîl bi hev re nobedê dewir bigirin.