BI DÎMEN

Li Parisê êrîşên li ser Rojava hat protestokirin

Li bajarokê Ris Orangis ê paytexta Fransa Parîsê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û ev peyam hate dayîn, “Rojava rûmeta me ye.”

Li bajarokê Ris Orangis ê paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi meşekî hate protestokirin.

Jin û Kurdistaniyên ku ku pêşiya Navenda Çanda Kurd a Fransî ya Ris Organisê li hev civiyan, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava", "Terorîs Tirkiye” û “Jin, Jiyan, Azadî” heta pêşiya Şaredariya Grigny meşiyan.

Di dawiya meşê de di şexsê şehîdên Rojava de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistaê deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştre di axaftinan de êrîşa dewleta Tirk a bi çeteyan re li dijî destkeftiyên bingehîn ên gelê Kurd, hate şermezarkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dixwaze armancên çeteyên DAÎŞ’ê pêk bîne û nerazîbûn nîşanî bêdengiya derdorên navneteweyî hate dayîn.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku parastina Şoreşa Rojava meseleya rûmetê ye.