Li Parîsê dîplomasiya ‘greva birçîbûnê’

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye greva birçîbûnê didome. Çalakger çûn serdana Parlementoya Fransayê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û dosye pêşkêşî wan kir.

Greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Parîsê hatibû destpêkirin di roja 6’an de didome.

Greva birçîbûnê ya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê bi tevlêbûna 24 kesan didome û derbarê grevê gelek dosye pêşkêşî saziyan hate kirin.

Çalakger çûn serdana Parlementoya Fransayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û ajansa nûçeyan AFP’ê û dosyeyên derbarê tecrîda li ser Ocalan û berxwedana Leyla Guven pêşkêşî saziyan kirin.

Hevseroka Komeleya France-Kurdistanê Sylvîe Jan jî hat serdana çalakgeran û peyamên piştgiriyê da.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI STÛTGARTÊ DI ROJA 7’EMÎN DE YE

Li bajarê Stûttgartê ya Elmanyayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û di roja 7’emîn de didome. Vê Çarşemê koma ku ji 20 kesî pêk tê çalakiya greva birçîbûnê wergirt. Roja Sêşemê jî ew ê koma Freîbûrgê çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DARMSTADTÊ DI ROJA 7’EMÎN DE YE

Greva birçîbûnê ya li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê jî di roja 7’emîn de didome. Li vê derê jî çalakiya greva birçîbûnê bi dorvegerî didome.