Li Parîsê bi hezaran kesî komploya navneteweyî protesto kirin

Li Parîsa ku paytexta Fransayê ye bi hezaran kes tevlî meşa ji bo protestokirina komploya navneteweyî bûn.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera xwe de, bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.

Bi hezaran kesên ku li Parîsa ku paytexta Fransayê ye hatin gel hev, wêne û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li pêşiya meşê pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin.

Bi rûxmê hewaya pir sar jî di meşa ku gelek tevlîbûn hatî çêkirin de, bi Kurdî û Fransî axaftin hatin kirin, belavok hate belavkirin.

Gelê ku êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Gareyê protesto kirî, li ser hev dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîlla”, “Bijî berxwedana Garê”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji bo Kurdistanê çareseriyek polîtîk” berz kirin û gerîllayên ku li dijî dagirkeriyê bi îradeyek xurt têdikoşin silav kirin.

Piştî meşê gel gehişte Châteletê.

Gel li Châteletê deqeyek rêz girtin û peyama ku wê li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma “Ji tecrîdê re na; dem dema azadiyê ye” di çarçoveya pêngava “Dema azadiyê ye” de, têkoşîna xwe mezin bikin û hetanî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin dan.