Li Parîsê Aspîr hate bîranîn

Şervanê Yekîneya Gerîlayê Çiyayî yê Behra Reş yê MLKP/FESK’ê Koray Aspîr ku li Qaxizmana Qersê şehîd bûbû li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye hate bibîranîn.

Welatparêz û şoreşgerên ku li paytexta Fransa Parîsê li ACTÎT’ê hatin cem hev, şervanê Yekîneya Gerîlayê Çiyayî yê Behra Reş yê MLKP/FESK’ê Koray Aspîr ku 28’ê Tebaxê li Qaxizmana Qersê di encama pevçûnekî ya bi artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hate bîranîn.

Nûnerê MLKP ku tevlî merasîmê bibû axivî û got: “Me şehîdê têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya hevgirtî veşart. Heval Koray Aspîr weke nîşaneyekî şoreşê wê di şoreş û têkoşîna me ya sosyalîzmê de bijî û agirê têkoşîna şoreşgerî ya Behra Reş nayê sekinandin.”

Ji CDK-F Parîsê jî Mûrad Ceylan jî axaftinek pêşkêş kir. Ceylan wiha axivî: “Bi taybetî tecrîda faşîzmê ya li ser Rêber Apo didome. Di demekî ku êrîşê hemû mixalîf û şoreşgeran dike de sekna hevalên ku şehîd dibin û îradeya wan pîroz e.”

Merasîm piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.