Li Parîs û Marsîlyayê çalakî hate lidarxistin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dagirker li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên Fransayê hatin şermezarkirin.

PARÎS

Kurd û dostên wan li Qada Repûblîqûeyê hatin ba hev, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi alayên YPJ, KCK û YPG’ê meşiyan.

Di çalakiyê de sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û li Chateletê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê CDK-F’ê Veysel Keser û li ser navê Platforma Demokratîk a Parîsê Cemal Dogan axivîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî êrîşên dagirker hate protestokirin. Kurdistanî li Qada Canabîerreyê kom bûn û heta Qada Vîeûx Portê meşiyan.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê qatil’ û ‘Bimire îxanet’ hate berzkirin.

Li qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîgê de siyasetmedarê Kurd Cemal Serhat axivî.