Li Parîs û Grazê çalakiyên dijî nîjatperestiyê

Li paytexta Fransa Parîsê û li Grazê ya Ewistralyayê êrîşa nîjatperest a li Hanauyê hate şermezarkirin.

Li Parîsê rêxistinên koçberan li dijî nîjatperestiyê û faşîzmê meşiyan û bang kirin ku li dijî faşîzmê ya ku geş dibe têbikoşin.

19'ê Sibatê li Hanuyê ya Elmanyayê Elmanekî nîjatperest êrîş biribû bi ser du kafeyan de û Kurd jî di nav de 9 kes hatibûn kuştin.

Li ber Parîs Strasboûrg-SaîntDenîz Kemerê ku koçberên ji Kurdistanê û Tirkiyê lê zehf in, Înê saet 18.00'an girseya ku hatî cem hev ji bo kesên ku hatibûne kuştin deqeyekê rêz hate girtin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa, ''Ji nîjatperestiyê re na, ji hevgirtinê re erê'', ''Li dijî faşîzmê em mil bidin hev'' hate vekirin û di daxuyaniya hevpar de hate gotin ,''Spekulasyonên derbarê psîkolojiya kujer xizmetê ji wê re dike ku ser hêla bûyerê ya nîjatperest û bi dijminatiya li biyanan were girtin.''

Her wiha hate gotin ên ku faşîzmê geş dikin kujer afirandine û hate gotin, ''Wê yên nû jî çêbibin. Weke NSU a 2013'an niha jî komên nû yên faşîst rêxistiniya xwe dikin.''

Çalakgeran li ser helwesta dewleta Elman a piştî komkujiyê jî gotin dirûtî ye, li Fransayê jî rewş ne cuda ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin li hemû cîhanê faşîzm geş dibe û tekana rêya dijî faşîzmê têkoşîn e.

GRAZ

Li bajarê Grazê ya Ewistralyayê jî eynî saetê Kurd û gelek rêxistinên çepgir ên Ewistralyayî êrîşa nîjatperest şermezar kirin. Çalakgeran kesên ku di êrîşa nîjatperest de hatine kuştin bi bîr anîn. Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin û li dijî faşîzm û nîjatperestiyê dirûşm hatin berzkirin.