Li Parîs, Londra û Frankfûrtê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li bajarên Parîs, Londra û Frankfûrtê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li bajarên Parîs, Londra û Frankfûrtê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
PARÎS
Li qada Bastîlle ya Parîsê bi tevlêbûna gelek ciwanan tûreke bi bisiklêtan hate lidarxistin.
Ciwanan tîşortên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e, li xwe kirin û dest bi tûra bisiklêtan kirin.
Ji derdorê jî gel bi korneyan piştgirî da çalakgeran. Ciwanan ber bi Qada Concorde bisiklêt ajotin.
LONDRA
Li Londrayê jî Dibistana Dawiya Hefteyê ya Firaz Dag bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan darên zeytûnê danî.
Xwendekarên dibistanê bi wesîleya 4’ê Nîsanê ji Londrayê peyamên aştî û hezkirinê şand û bang li hemû zarokên dinyayê kir.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê salvegera avabûna PJAK’ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Komeleya Kurdan pêk hat.