Li Osloyê banga ‘Ji bo Ocalan bikevin tevgerê’ kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Osloyê dijîn, bang li rayedaran kir ku ji bo Îmraliyê bikevin tevgerê.

Li paytexta Norveç Osloyê Kurdistanî û dostên wan li ser şewata li Îmralî û balê bikişînin ser rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Çalakvanên ku li pêşiya Wezareta Karê Derve hatin ba hev, tecrîd protesto kirin.

Di çalakiyê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê û rayedarên Norveçê hate kirin.

Li ser navê UNGKURD’ê Rozerîn Algunerhan, li ser navê KCDK-E’yê jî Welî Êzidî bang kir ku bikevin tevgerê.