Li Oslo û Stavangerê komplo hate protestokirin
Li Norweçê çalakiyên “Dem hatiye, ji Abdullah Ocalan re azadî” bi şêwe û li cihên cuda dom dike.
Li Norweçê çalakiyên “Dem hatiye, ji Abdullah Ocalan re azadî” bi şêwe û li cihên cuda dom dike.
Li paytext Oslo û bajarê Stavenger ên Norveçê bi çalakiyên hatîn lidarxistin komploya navneteweyî hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî lidarxistin, li paytext Oslo û bajarê Stavanger ên Norveçê bi meş û mitîngên hatîn lidarxistin, hate protestokirin.
STAVANGER
Li bajarê Stavangerê bi çalakiya ku bi dehan kes tevlî bûyî komploya navneteweyî hate protestokirin.
Bi berzkirina dirûşmeyên bi Kurdî û Norveçî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrîşên dagirkeriyê yên li Garê ya Herêmên Parastina Medyayê hatin protestokirin.
OSLO
Çalakiya li paytext Osloyê jî seat 10:00’an bi hatina gel a li ber NCDK’ê dest pê kir. Di dehan Kurdistanî û dostên wan hetanî bajarê Haûketoyê bi coşek mezin meşiyan.
Gelê ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û maskeyên Abdullah Ocalan li ser rûyê wan ji bajarê Haûketo dîsa vegeriya navenda Osloyê ji aliyê ciwanên derdor ve rastî eleqeyek mezin hatin. Girse nêzî 30 km meşiya.
Piştî meşê li navenda bajêr mitîng hate lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.