Li Orebroyê piştevaniya Rojava hate kirin

Bi armanca piştevaniya bi Rojava re ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide li bajarê Orebro yê Swêdê şeva piştevaniyê hate lidarxistin.

Şeva piştevaniyê ku bi dirûşmeya “Bi rûhê berxwedana Rojava, berxwedanên Bakur, Başûr û Rojhilat silav dikin” hate lidarxistin û ji bo biranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Orebro Emîne Ozmen beşdarvanên şevê silav kir û qala girîngiya piştevaniya bi gelên Rojava yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dikin, kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê (NCDK-S) Ridvan Altûn got ku di demekî wiha de ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş pêk tên divê yekîtiya netewî ya Kurdan were çêkirin.

Altûn bi domdarî got; “Beşdarbûna ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo şeva piştevaniya bi Rojava re gelek girîng e. Li vê salonê ji her çar parçeyan beşdar van hene. Ji bo vê yekîtiyê divê partiyên Kurd gav bavêjin yên gav ne avêjin wê li beramberî dîrokê hesab bidin.”

MEHMÛD: WÊ MIROVAHÎ BISERKEVE

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd bi Skypeyê beşdarî şeva piştevaniyê bû.

Mehmûd ji ber piştevaniyê spasiya beşdarvanan kir û wiha got; “Gelên Rojava û hêzên Kurd wê heta dawiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çetetên DAÎŞ’ê li ber xwe bide. Îro li Rojava berxwedana mirovahiyê tê dayîn. Eger em serbikevin bila gumanê tu kesî nebe wê mirovahî serbikeve. Ji ber ku geleke weke we li ber xwe dide heye. Gelên cîhanê li şoreşê xwedî derdikeve. Ji ber vê sedemê em ê serbikevin.”

Piştî van gotinên Mehmûd beşdarvanan li salonê dirûşmeyên xwediderketina li şoreşa Rojava berz kirin.

BANGA PÊKANÎNA YEKÎTİYA NETEWÎ HATE KIRIIN

Herî dawî Mehmûd got; “Dewleta Tirk ji bo tinekirina destkeftiyên Kurd bi hovane êrîş dike. Werin em vê fersenda azadiyê ya ji bo gelan bi hevre bi jiyaneke azad tacîdar bikin.” Mehmûd bang li partiyên Kurdistanî kir ku yekîtiya netewî pêk bînin.